PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Fonda Navdewletî ya Diravan (IMF) ji hikûmeta Iraqê daxwaza kêmkirina nirxê dînarê Iraqê li hember Dolarê Amerîkî kiriye û hemû aliyên siyasî jî ji vê yekê agahdar bûne.
Li gorî ragihandina endamê Komîsyona Darayî li Parlamena Iraqê Mecda Temîmî, IMFê daxwaz ji Iraqê kiriye nirxê dînar hê jî kêmtir bike li hemberî dolarê Amerîkî.
Temîmî diyar kiriye ku haya hemû aliyên siyasî ji vê daxwazê heye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, hefteya borî Banka Navendî ya Iraqê ragihandibû ku nirxê dînar li hember dolar hatiye daxistin û dolarek wê 1470 dînar be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin