PeyamaKurd – Wezîrê Bergiriyê yê Îsraîlî Benny Gantz, li ser gefên Hizbullaha Lubnanê da xuyakirin, heger Hizbullah êrîş bike ew dê Lubnanê bi erdê re bikin yek.
Gantz got: "Êdî li ser mijara peymana sînorên deryayî top li aliyê Lubnanê ye, lê belê heger Hizbullah êrîşî Îsraîlê bike, em ê Lubnanê bi erdê re bikin yek.”
Li gorî medya Îsraîlê, Amerîka fişarê li ser Îsraîlê dike daku peymana sînorên deryayî ligel Lubnanê îmze bike û ewlekariya Îsraîlê jî xwe ji rageşiya sînorên deryayî re amade dike.
Herwiha hatiye diyarkirin ku nîgeraniyên Îsraîlê derbarê tevger û provokasyonên Hizbullahê yên sînorên bakur de hene û ji bo wê jî dewriyeyên hêzên deryavaniyê û asmanî li dorûbera Karîşê zêde kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin