PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îdîa kir ku di demên pêşiya me da gaveke mîna operasyonên wek dagirkirina Cerablus û Efrînê dê ji bo rojhilatê Feratê jî bê avêtin.
Erdogan ku ji bo beşdariya Lijneya Giştî ya 73yemîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê ye, di axaftina xwe ya li vê derê de wiha got, "Yên ku operasyonên rewa yên Tirkiyeyê yên dijî terorîstên DAIŞî û PKKyî didin ber tîrên rexneyê, li hemberî rejim û rêveberiyên ku terora dewletê disepînin, tu gavî navêjin. Bi heman rengî ev 7 sal e, li Sûriyeyê jî paşguhkirineke wiha heye."
Erdogan diyar kir ku zilhêzên dinyayê dema serê peyvê vedikin, bi tenê behsa çeka kîmyayî dikin, bi tenê li hemberî çekên kîmyayî helwestê nîşan didin û wiha pê da çû:
"Gelo bi çekên kîmyayî çend kes hatin kuştin? Mirov mêze dike ku sed, dused, sêsed, pêncsed, hezar, du hezar û pênc hezar e. Nexwe bi çekên konvansiyonel va çend însan hatin kuştin? Bi sedan hezar. Li erdnîgariyeke ku bi sedan hezar însan hatin kuştin, gelo em qet dibihîzin ku dinya ji wan kesên ku van çekên konvansiyonel diemilînin ra tiştekî dibêje?"
Erdogan wiha dewam kir:
"Hûn ê bêjin ka ev PYD, YPG ku rêxistin an jî pêkhateyên girêdayî PKKyê ne, van derfet, çek û pereyan ji ku bîter dikin? Me digot ku em ê nehêlin bakurê Sûriyeyê bibe korîdora terorê. Ji ber vê qasê em ketin Cerablusê, ji ber vê qasê em ketin El Babê, em ketin Efrînê. Lêbelê hevkarên me yên stratejîk li van deran gavên cuda davêjin. 18 hezar TIR çek û muhîmat mixabin çûn van deran. 3 hezar jî balafirên kargoyê bi heman şêweyî hatin van deran. Min bi xwe ji van ra jî ev yek got, lewma em wiha rihet diaxivin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin