McGurk: Nexseya Erdogan hemû Kurdên Rojava digre nav xwe

McGurk: Nexseya Erdogan hemû Kurdên Rojava digre nav xwe

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan doh di 74emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de, nexşeyeke Rojavayê Kurdistanê di destê xwe de nîşan da ku xwest, hemû sînorê Rojava di kûrahiya 30 kîlometran de bibe herêma ewle û li wir jî koçberên Sûriyê bicih bike.

Erdogan li Civata Giştî ya NY gotibû, “Divê hebuna PKK/PYD ya li Rojhilatê Firatê jiholê bê rakirin. Hevdîtinên me yên li ser herêma ewle bi Amerîkayê re dewam dikin. Em dixwazin di qonaxa destpêkê de, di kûrahiya 30 km û 480 km dirêjahî de korîdorekê çêkin.”

Piştî daxuyaniyên Erdogan, Nûnerê Amerîka yê berê yê têkoşîna dijî DAIŞê Brett McGurk, li ser hesabê xwe yê Twitterê parvekirineke ku balê dikişîne ser nexşeya destê Erdogan kir.

McGurk dibêje, plana Erdogan a herêma ewle 32 km firehkirina sînorê başûrê Tirkiyê (Rojavayê Kurdistanê) ye û analîza xwe ya serê salê di kovara Forreign Affairs de weşandibû bibîr xist.

McGurk got: “Li gorî vê daxuyaniya Erdogan, min jî gotibû ku armanca Tirkiyê firehkirina sînorê başûr (Rojavayê Kurdistanê) bi qasî 20 mîl (32km) ye. Îro (24 Îlon 2019) bi nexşeyê wî bixwe ev yek piştrast kir. Ev herêm hemû Kurdên Sûriyê digire nav xwe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin