Gelê Sûdanê qezenc kir: Dîktatoriya 30 salî bi dawî hat, El Besîr dest ji kar berda

Gelê Sûdanê qezenc kir: Dîktatoriya 30 salî bi dawî hat, El Besîr dest ji kar berda

PeyamaKurd – Li Sûdanê dawî li dîktatoriya Omer el Beşîr hat ku 30 sal li ser kar bû. Wezîrekî ji televizyona Al Hadathê re axiviye û diyar kiriye ku el Beşîr dest ji kar berdaye û ji bo damezrandina konseya birêveber a demkî gotubêj tên kirin.

Welatiyên sûdanî ji ber bihabûna kelûpelên xwarinê û sotemeniyê ji 19ê meha çile û vir ve çalakiyên protestoyî li dar dixistin. Çalakiyên girseyî di salvegera têkçûna serokê dewletê yê otokratîk Cafer Numeyri ya sala 1985an de zêde bûbûn.

Gelê Sûdanê ev 6 roj bûn ku li paytexta Sûdanê Hartumê û li derdora avahiya wezareta parastinê çalakiyên rûniştinê li dar dixistin.

Hat diyarkirin ku Partiya desthilat a Partiya Kongreya Niştimanî zêdetirî 100 rêveberê Sûdanê desteser kirine. Di nava kesên desteserkirî de serokê partiyê û wezîrê berê yê parastinê Evdirehman Muhammed Huseyin jî heye.

Ji aliyê din ve ajansa Reutersê jî piştrast kiribû ku el Beşir dest ji kar berdaye û ji bo damezirandina konseya rêvebirina demkî gotubêj dewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin