PeyamaKurd- Serokkomarê Tirkiyê Tayip Erdoğan di civîna partiya xwe AKPê de, li bajarê Trabzonê îşareta operasyoneka dinê da. Erdoğan weha got: “Em ê di Sûriyê de, di demeka nêz de, hinek deverên nû azad bikin.”
Erdoğan weha dewam kir: “Li Munbicê, bi xelkê wê derê re, em ê ji nûh de ava bikin û xebata me dewam dike. Bo li Îdlîbê felaketeka nû çênebe, xebatên me yên dîplomatîk û leşkerî dewam dikin.”
Ji peyama Erdoğan nehat fêmkirin bê qesda wî ji “azadkirinê” ku dere an bi çi vateyê wan gotinan got, di demên pêş de dê bê fêmkirin ji berk u peyama Erdoğan bo çapemeniyê ne zelal e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin