General Ahmed Rahal: SMO min bi kustinê tehdîd dike

General Ahmed Rahal: SMO min bi kustinê tehdîd dike

PeyamaKurd – Tûxgeneral Ahmed Rahal bi sedema ku Artêşa Netewî ya Sûriyê SMO yê û serpereştên wê rexne kiriye, di derbarê wî de biryara derxistina derveyê sînor daye û ji aliyê SMO yê de bi kuştinê hatiye tehdîdkirin.

SMO ya ku bi Tirkiyê ve girêdayiye û dadgeha wan dadgeha Ezazê di derbarê generalê navborî de weha biryarê daye:

“Bi sedema haqaretê li SMO yê û serokê grûba Sultan Suleyman Şah, Ebû Amşayê kiriye 3 sal cezayê zîndanê dane min.”

Grûba Sultan Suleyman Şah li ser bingeha biryara dadgehê ku di xiyaba wî de daye, ji Tirkiyê xwestiye ku general Rahal li Tirkiyê teslîmê ciyeka ku bi wan ve girêdayiye bike û di vê mijarê de belavokekî belav kiriye. Di belavokê de sedema xwestina teslîmkirina Rahal de weha gotiye:

“Rahal Şoreşa Sûriyê rencîde kiriye, haqaretê li şoreşgeran kiriye, sûcên rejîmê û rêxistinên terorê paşguh kiriye û bo van sûcan divê teslîmê me bêkirin.”

Di mijarê de tûxgeneral Ahmed Rahal bo Rûdawê weha axifiye:

“Bi sedema min rexne li wan kiriye biryara cezayê bom in dane. Van grûban navê muxalefetê xerab derxistin û gemarî kirin. Karên wisa kirin ku ew ji rejîma Sûriyê xerabtirin. Bûn sedem ku temenê rejîma Esed dirêj bû. Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê 70 roj min xistin zîndanê û min berdan. Paşî gotin terka Tirkiyê bike. Li Sûriyê di derbarê min de biryara cezayê îdamê heye. Li Îstenbolê min xwe sipart baregeha Neteweyên Yekgirtî. Heya niha ti welatekî min qebûl nekiriye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin