Girtiyan serî hilda: 75 kes hatin kustin

Girtiyan serî hilda: 75 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Li welatê Ekvadorê li hejmarek girtîgehan, girtiyan serî hilda û li gorî daxuyaniyên polîsê welat, 75 girtî hatine kuştin.

Hat ragihandin ku li 3 girtîgehên welatê Ekvadorê girtiyan ji ber alozî û hevrikiya navbera komên cûda de pev çûne û hejmarek girtiyan jî serî hildaye û hewl dane birevin.

Li gorî rayedarên Ekvadorê di encama bûyerê şeva Duşemê yên heta roja Sêşemê dom kirine de, 75 kes hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûne.

Hat zanîn bajarên ku serî hildan çêbûye û girtiyan şerê hev kiriye Guayaquil, Latacunga, Cuenca ne ku nehat diyarkirin bê bûyer hevdem rû dane yan na.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin