PeyamaKurd - Li girtîgeheke eyaleta Sinaloa ya Meksîkayê, di encama serhildana girtîgehê de, 9 girtî, yek serdanvan mirin û 16 girtî jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku li girtîgeha El Castillo ya bajarê Mazatlanê dema serdana girtiyan, bûyer qewimî ye.
Li gorî agahiyên saziya ewlehiya Sinaloayê di bûyeran de 9 girtî û kesekî çûbû serdanê mirin û 16 girtiyên din jî birîndar bûn.
Hate diyarkirin ku di wê girtîgehê de hezar û 800 girtî dimînin û rewş niha hatiye kontrolkirin.
Medyaya herêmî ragihandiye ku dema serhildanê girtiyan çek jî bi kar anîne û piştre hêzên ewlehiyê destwerdana bûyerê kirine û ketine nav girtîgehê.