PeyamaKurd- Niha Venezuela tevliheve û li ser sînorê navbera wan Brezîlya û Kolombiyayê gengeşeyên mezin hene. Di nava vê tevliheviyê de Juan Guaido xwe serokê dewleta Venezuelayê îlan kiriye û ji aliyê gelek dewletên rojava de bi fermî tê naskirin. Lê tişta balkêş ew e ku di ser hesabê xwe yê civakî de Guaido peyamekî belav kir.
Di peyama xwe de ragihand ku hinek kesên di asta bilind ya rêvebiriyê de reviyane Tirkiyê. Tam di dema treylerên li ser sînor yên tije alîkarî ku dixwestin bixin Venezuelayê, Guaido di ser hesabê xwe yê medyayê de weha ragihand:
"Em bi tonan alîkariyê tînin lê ew kesê li ser hükme, tenê xwediyê kuştinên li Bolivarê ye, leşkerên ku bo nasînê redda wî dikin, yên ku wî şermezar dikin, an kesên ku di asta bilind de ne û yên reviyane Tirkiyê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin