Guhertina hêzan li herêmê: "Ford" vedigere, "Bush" tê

Guhertina hêzan li herêmê: "Ford" vedigere, "Bush" tê

PeyamaKurd - Li gorî raporên leşkerî yên dawî, keştiya balafirhilgir a Amerîkayê “USS George H.W. Bush” di nava liv û tevgerê de ye û tê pêşbînîkirin ku di nava du rojên bê de bigihe nav avên herêmê. Di heman demê de, keştiya balafirhilgir a «Ford» erkê xwe bi dawî kiriye û di rêya vegerê de ye ber bi Dewletên Yekbûyî ve.

Çavkaniyên agahdar destnîşan dikin ku ev guhertina di rêzbûna hêzan de, di demekê de pêk tê ku artêşa Amerîkayê ketiye rewşa "amadebaşiya tam û operasyonê" û li benda fermanên Serokkomar Donald Trump e daku li dijî geşedanên dawî yên herêmî gavan biavêje.

Hat ragihand ku di asta plansaziya leşkerî de, komek senaryoyên operasyonê hatine nirxandin ku armanckirina binesaziyên enerjiyê, navendên pîşesazî-leşkerî û binesaziyên hêza deryayî li xwe digire.

Ev tevgera deryayî, hevdem ligel zêdebûna aloziyên li Tengava Hurmuzê û êrîşên li ser gemiyên bazirganiyê, gumanên derbarê destpêkirina operasyoneke berfireh de zêdetir kirine. Tevî ku hewildanên dîplomatîk li Pakistanê berdewam dikin, amadebaşiya «USS George H.W. Bush» nîşan dide ku Waşinton ji bo her ihtimaleke têkçûna muzakereyan, vebijarka leşkerî li ser maseyê amade hîştiye