Gumanbarê li Almanya 6 kesan kuşt bi eslê xwe Tirk e

Gumanbarê li Almanya 6 kesan kuşt bi eslê xwe Tirk e

PeyamaKurd – Li Almanya li bajarê Hamburgê li bajarokê Stade kesê êrîşê ser navenda Dê-zarokan kir û di encamê de 4 jin û 2 zilaman kuşt, kesekî Tirke û 45 saliye.

Gumanbar ji ber bi jina xwe re li ser welayeta bebekê li hev nekirine, êrîş kiriye navendê, ji ber bebekê wan û jina wî li wê derê bûye.

Polîsê Alman ragihand ku her 6 kesên hatine kuştin li navendê dixebitîn û gelek kesên birîndar jî hene. Jin û bebeka kujer, di wexta êrîşê de li navendê bûne û zerar negihaye wan.

Li ser rûdanê polîs 3 kesan xistiye bin çav. Rayedar dibêjin ku ji aliyê xelkê de ti xeter an tehdîd nîne. Rayedara polîsan Kathrin Schuol li ser gumanbar gotiye:

“Gumanbar bi xwe li Almanya hatiye dinyayê. Dikarim tekez bikin ku li devera Hannoverê rûdinê û bi eslê xwe Tirke, zilame û 45 saliye.”

Schuol, li ser êrîşker got ku di qeydiyên wî de tehdîd û gelek sûcên din hene. Lê di qeydiyên polîs de negotine ku meyla wî li ser şiddetê heye.