Guterres: Em ê bi qasî 40 milyon dolar alîkarî bisînin Ukraynayê

Guterres: Em ê bi qasî 40 milyon dolar alîkarî bisînin Ukraynayê

PeyamaKurd Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres da zanîn û got, em ê alîkariyên nû bişînin Ukraynayê.

Guterres eşkere kir, alîkariyên nû bi qasî 40 milyon dolar in û ew ê pê pêdiviyên sereke yên xwarin, vexwarin û derman werin dayîn.
 

Herwiha destnîşan kir, koma şerê li Ukrayna ji bo temamê mirovahiyê gef e. Ji ber şerê Rûsya û Ukrayna, ji nû ve rojeva şerê navokî çêbûye.

Herî dawî Guterres banga rawestandina şer kir û got, divê li gor peymanên NYê danûstadinên cidî çêbibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin