Guterres, Feridun Sinirlioglu ji bo koordînatoriya misyona Afganistanê ya taybet tayîn kir

Guterres, Feridun Sinirlioglu ji bo koordînatoriya misyona Afganistanê ya taybet tayîn kir

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres, balyozê Tirkiyê Feridun Sinirlioğlu ji bo koordînatoriya misyona taybet ya Afganistanê tayîn kir. Tayînkirina Sinirlioğlu ji aliyê berdevkê sekreterê giştî Stephane Dujarric ve di civîna çapemeniyê de hat ragihandin. Bi nivîskî hat ragihandin ku Guterres xwestiye nirxandina serbixwe bila Sinirlioğlu bimeşîne û di derbarê Afganistanê de ezmûnên ku niha Afganistan bi wan re rû bi rûye, bi awayekî tevahî û maqûl pêşniyaran bike.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku Sinirlioğlu di seha têkiliyên navdewletî û dîplomasiyê de, xwediyê tecrubeyane û di karyera xwe de dosyayên mirovî, siyasî, geşepêdan, mafên mirovan û navbeynkariyê dimeşîne. Sinirlioğlu hem di seha Rojhilata Navîn, bakûrê Afrîkayê, Awrûpa, Bakûrê Amerîka, ji Asyayê heya Afganistanê di erdnîgariyekî fireh de xwedî agahî û tecrubeya ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin