PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres , bang li aliyan kir ku dest ji helwestên dijminane berdin. Guterres diyar kir ku li Sûriye ku gelek kes ji cih û warê xwe bûn û kela wir di ciyê ku kêm bibe her diçe zêde dibe.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres jiber operasyonên leşkerî yên li bakûrê Sûriye nîgeran in.
Berdevka Guterres, Stephane Dujarric jî daxûyaniya wî ya nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî destnîşan dike ku operasyonên leşkerî yên li Sûriye gihîştiye asta herî bilind ku sivîl dema dixwazin ji herêmên pevçûnê birevin li ser rê rastê êrîşan tên.
Stephane Dujarric dide xuyakirin ku Sekreterê Giştî yê NYê, bibîr dixe parastin û pêkanîna azadiya tevgera sivîlan, berpirsîyariya hemî aliyan e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin