Guterres: Mirovatiyê bi krîza avhewayê re deriyên dojehê vekir

Guterres: Mirovatiyê bi krîza avhewayê re deriyên dojehê vekir

PeyamaKurd – Guterres di Lûtkeya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ya ku di çarçoveya Lijneya Giştî ya 78emîn a Neteweyên Yekbûyî de hat lidarxistin de axivî.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres derbarê krîza avhewayê de got, "Mirovahiyê deriyên dojehê vekir."

Guterres di Lûtkeya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ya ku di çarçoveya Lijneya Giştî ya 78emîn a Neteweyên Yekbûyî de hat lidarxistin de axivî.

Guterres, da zanîn ku di lûtkeyê de bal kişand ser çareseriya krîza avhewayê û got, "Mirovahiyê deriyên dojehê vekir."

Guterres bal kişand ser bandorên "germaya xedar" a li dinyayê û got ku cotkar ji ber lehiyê zirar dîtine, germa zêde bûye sedema nexweşiyan û ji ber şewatê însan neçar mane koç bikin.

Guterres destnîşan kir, ger avhewa neguhere, bi zêdebûna germahiyê re cîhan bi rewşek xeternak û ne aram re rû bi rû dimîne.

Guterres amaje bi wê yekê kir ku zêdebûna germahiya gerdûnî hê jî dikare bi 1,5 pileyî were sînordarkirin û got, "Em hîn jî dikarin cîhanek bi hewaya paqij, karên kesk û enerjiya paqij a bi arzanî ji bo her kesî ava bikin."

Guterres bang li serokên cîhanê kir ku emîsyonê kêm bikin û got, "Veguhestina ji sotemeniyên fosîl ber bi enerjiyên nû ve dibe, lê em bi dehan salan li paş in."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin