PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Wêranşehrê çawîşê pispor Ferhat Baykir (26) di seha xaliyê ya fûtbolê de, dema bi hevalên xwe re bi topê dileyîst krîza dilî pê girt û ket erdê.
Tîmên tenduristiyê Baykir bi ambûlansê birin nexweşxana dewletê ya navça Wêranşehrê lê li nexweşxanê can da.
Baykir, ji 05.12.2022an û heya niha di fermandariya alaya cendirmeyan ya Rihayê de dixebitî.
Li gor ragihandina çapemeniyê, rûdan do êvarê seet li dora 20.30an de li Wêranşehrê qewimî. Lê Baykir karibû heya îro li nexweşxanê jiyana xwe dewam bike.
Hat ragihandin ku wê cenazê Baykir bibin memleketê wî navça Qilebanê (Uludere) ya bi ser bajarê Şirnexê. Baykir hêj nezewicîbû.