Guterres: Tenduristiya deruniyê di xeterê de ye, xizmetê zêde bikin!

Guterres: Tenduristiya deruniyê di xeterê de ye, xizmetê zêde bikin!

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ragihand ku ji ber vîrusa koronayê ji bilî bandora wê ya mirina nasên xwe, karê xwe û bêtevger mayînê herwiha tenduristiya deruniya mirovan jî di xeterê de ye.

Antonio Guterres, bang li welatan kir ku di çarçoveya tedbîrên vîrusa koronaya nû Covid-19 de, têkoşînê ji bo tenduristiya deruniya mirovan jî bidin, xizmetan zêde bikin û fînansmanê dabîn bikin.

Guterres, di vîdyo peyama xwe de metirsiya li ser tenduristiya derunî ya mirovan anî ziman û ji hikûmetên welatan xwest, xizmetên xwe zêde bikin û pêdawîstiyên aborî ji bo xelkê dabîn bikin û herwiha xizmetên tenduristiya derunî jî bixin nav sîgorteyên tenduristiyê gerdunî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin