PeyamaKurd – Berdevkê fermî yê KDP ê Mehmûd Mihemed îro bo çapemeniyê ragihand ku sebra PDKê nemaye û bo wan berjewendiyên civakê esase, dewra %50-50 bi YNK ê re qediyaye û YNK jî vêya qebûl dike. Mehmûd Mihemed li ser van pêşdeçûnan rexne li YNKê kir û got YNK vê mijarê dike alavên medyayê, YNK heya niha namzedên ku di wezaretan de bên wezîfedarkirin diyar nekiriye û ev jî dibe sedema astengiyan bo xebatên hukumeta Kurdistanê.
Berdevk ragihand ku serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser vê mijarê bi heyeta YNK ê re niqaşeka zor dimeşîne û bo çareseriyê çi ji destê wî tê dike. Mihemed got ku ji mehên havînê de di vê mijarê de têkiliyên xwe bi YNK ê dimeşîne da mijar derman bibe lê di her carê de sedemeka YNK ê heye ku bide pêş û mijarê derman nake.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin