Li Ermenistanê berya hilbijartinan 6 namzedên muxalefetê hatin girtin

Li Ermenistanê berya hilbijartinan 6 namzedên muxalefetê hatin girtin

PeyamaKurd – Berya hilbijartinên siba ku li Ermenistanê bibin, partiya terefdarê Rûsya ya bi navê “Ermenistan a Xwurt” 6 namzedên wan hatin girtin.

Sedema binçavkirina wan nehat ragihandin lê tê gotin ku anketên hatine kirin, nîşan didin ku serokwezîr Nikol Paşiyan li pêşiya temama ye.

Medya dewletê ya Ermenistanê ragihand ku kesên di bin çav de ne, endamên partiya milyarderê Rûs-Ermenî Samvel Karapetyan in ku partiya wan ya “Ermenistan a Xwurt” e.

Medya her weha ragihand ku Komisyona Hilbijartinê ya Ermenistanê îznê daye ku di derbarê wan de lêpirsîna cezayê bikin.