Muxalefeta Ermenistanê ji bo betalkirina hilbijartinan seredana dadgehê kir

Muxalefeta Ermenistanê ji bo betalkirina hilbijartinan seredana dadgehê kir

PeyamaKurd – Di 7ê Hezîranê de li Ermenistanê hilbijartina giştî çêbû û partiya Nikol Paşinyan yekem partî derketibû. Muxalefet ji bo betalkirina hilbijartinan seredana komisyona hilbijartinê kir

Sedema ku muxalefet nîşan dide dibêjin ku di hilbijartinan de kiryarên ne rewa bûne û piraniya partiyên îtîrazê kirine terefdarên Rûsya ne. Hem îtîrazên hatine kirin berya ragihandina encama hilbijartinan hatine kirin.

Li gor encama ne fermî; partiya Nikol Paşinyan ya bi navê Partiya Peymana Civakî %49,8ê dengan girtiye û di rêza yekem de ye. Partiya muxalefetê ya herî xwurt Partiya Xwurt ya Ermenistanê %23,2yê dengan sitendiye.

Ji bo tekezkirina encama hilbijartinê li benda daxwuyaniya fermî ya Komîsyona Hilbijartinêne.