PeyamaKurd- Encûmena Niştimaniya Kurdistana Sûriyê (ENKS) li paytextê Siûdî Erebîstanê li Riyadê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê û makezagona nû têkiliyên xwe didomîne.
ENKS dixwaze ku Kurdên Sûriyê di nava muxalefetê de wekî komeke cuda werin qebûlkirin. Bi vî rengî dixwazin pirsgirêkên Kurdan bibin platformên navnetewî.
Endamê Rêvebiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK-Sê yê bi navê Mehmed Îsmaîl jî got ku ENKS di vê mijarê de bi ser bikeve; ev yek, wê ji bo Kurdan pir baş be û Kurd li qada navnetewî wê xwe temsîl bikin.
Vê carê jî Îxwana ku di nava muxalefeta Sûriyê de cih digire, naxwaze ku Kurd bibin komeke xweser. Lewra heke Kurd di nava muxalefetê de xweser bibin, hêza wan jî wê zêde bibe.
Analîstê bi navê Mehmed Huseyn jî got ku heke ENKS, TEV-DEM û partiyên Kurdî yên dî bi hev re tevbigerin, dikarin mafekî wiha bi dest bixin. Naxwe encam dîsa wê ji bo Kurdan pir xirab be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin