PeyamaKurd- Li seranserê Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê her diçe talûka Kovid-19 ê kêm dibe lê li 5 bajaran xelk xwe ji hev naparêze û qelebalixê çêdikin. Her weha diçin taziyayeyan û mêvandariyên hev. Mesafa navbera xwe naparêzin lewra jimara kesên ku bi nexweşîna Kovid-19 ê dikevin her diçe zêde dibe.
Di nav bajêrên Kurdistanê de di serî de nexweşîn li Batmanê zêde dibe û di pey de Qers, Entab, Wan û Semsûr tên. Li bajarên Anedolê jî li Uşak, Düzce, Rize û Zonguldakê jimara nexweşan zêde dibe.
Li Batmanê jimara nexweşan di 9 ê nîsanê de 9 kes bûn lê niha gihaye 450 kesî. Li Mêrdînê gelek qelebalix çêdibe û bi taybetî Nisêbîn qelek qelebalix dibe. Li Entabê jimara nexweşan gihaye 750 kesî. Ev jî bo pêş gelek xeter e. Li Semsûrê xelk nikare bê maske derê derve da nexweşîn belav nebe. Li Qersê jî her diçe nexweşîn zêde dibe û xelk di nav xwe de qelebalixê dike û mesafe naparêzin. Parêzer hişyariyê da xelkê da xwe ji hev dûr bixin.
Li bajarê Anedolê li Uşakê jimara nexweşxan gihaye 441 kesan. Li Rizeyê jî her diçe nexweş zêde dibin û divê xelk li pey fermanên fermî yên tenduristiyê herin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin