Serokatiya Kurdistanê: “Kiryarên li dijî xwepêsandêran sûc in”

Serokatiya Kurdistanê: “Kiryarên li dijî xwepêsandêran sûc in”

PeyamaKurd- Serokatiya Herêma Kurdistanê bi awayeka nivîskî ragihand; şiddeta ku li dijî xwepêşandêran li Iraqê têkirin sûce û weha hat dibêje:

“Em bi endîşe bûyerên şiddetê yên li Bexda û bajarên din tên dîtin dişopînin. Tevgerên ku li pirên Xillanî û Sinakê li hemberê xwepêşandêran tên kirin, bê bahane hemû sûc in. Kesên ku li pişt van bûyerane, dezgeyên li pişt wan, divê di çarçoveya qanûnan de bên darizandin.”

Serokatî di beyana xwe de got ku ew bo kesên ku di bûyeran de jiyana xwe ji dest dane, bo malbat û xismên wan sersaxiyê dixwazin û weha dewam dike:

“Em car din dibêjin ku xwepêşandanên bi rêya aştiyane û sîvîl tên kirin, mafê qanûnîye û heq e. Bikarana şiddetê li hemberê xwepêşandêran û sîlih berdana wan, ne tiştên ku mirov riza bo wan nîşan bide. Divê herkes berpirsiyariya xwe bicîh bîne da her tişt ji kontrolê dernê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin