Fransa 28 jinên Êzîdî bo welatê xwe qebûl kir

Fransa 28 jinên Êzîdî bo welatê xwe qebûl kir

PeyamaKurd- Fransa ragihand ku wan 28 jinên Êzîdî tevî zarokan bo welatê xwe qebûl kiriye. Li gor ragihandina wezareta karên derve û wezareta karên hundir yên Fransayê ku bi awayeka nivîskî ragihandine, 28 jinên Êzîdî tevî zarokên wan ku mexdûrê rêxistina terorê yên DEAŞê ne, qebûl kirin. Jinên êzîdî bi balafirê birin Fransayê bajarê Toulouse.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron di dema ku keça Êzîdî Nadiya Mûrad xelata Nobelê ya sala 2018an bidest xistibû, soz dabû ku wê sed malbatên Êzîdî bo welatê xwe Fransayê qebûl bike û 28 jinên ku birin Fransayê, di çarçoweya wê sozdanê de birine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin