Serok Barzanî heyeta senatoya Fransayê qebûl kir

Serok Barzanî heyeta senatoya Fransayê qebûl kir

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî heyeta ku ji senatoya Fransayê ku seredana Kurdistanê kir, li Pîrmamê heyetê qebûl kir. Di hevdîtinê de behsa pêwendiyên navbera Kurdistanê û Fransayê yên dostane û yên dîrokî kirin.

Di heyeta Fransayê de, senatorê herêma Parîsê Rémi Féraud, senatorê herêma Orneyê Olivier Bitz û balyozê Fransayê yê li Erbîlê Emmanuel Minio hebûn.

Baregeha Barzanî di mijarê de ragihand ku heyeta Fransayê behsa rola Barzanî ya di azadiya xelkê Kurdistanê de, di rola avakirina dezgeyên Herêma Kurdistanê de, rola fermanrewahiya wî ya di fermandariya Pêşmerge de û behsa rola Barzanî ya di têkbirina DEAŞê de kiriye.

Heyet her weha rola serok Barzanî di îstîqrar û pêkvejiyana bihev re ya çand û neteweyên cuda de, li Kurdistanê û Iraqê xebatên ku kiriye bilind nirxand.

Heyeta Fransayê têkiliyên navbera Kurdistanê û Fransayê yên dîrokî, siyasî, çandî û civakî bi esasî û bi kok nirxand.

Serok Barzanî behsa dîroka têkiliyên di navbera Fransayê û Kurdistanê de kir. Barzanî behsa şoreşa Êlûnê, dewra serhildanê û xebatên Fransayê ku çawa di konseya Neteweyên Yekgirtî de hewl daye ku biryara 688 derxin, desteka ku Fransa li dijî şerê DEAŞê daye Pêşmerge, behsa seredana serokê Fransayê François Hollande û serokkomar Emmanuel Macron ku seredana Kurdistanê kirine, li Parîsê ku navê Pêşmerge dane kolanekî û behsa bûyerên weha kir.

Di hevdîtinê de Barzanî behsa rewşa siyasî û rûdanên vê dawiyê kir û got ku xelkê Kurdistanê ti carê nebûye perçeyekî ji şer û gengeşeyên li herêmê û Kurdistan her wext bûye aktorekî çareseriyê.

Serok Barzanî behsa rewşa hukumeta Iraqê kir û got ku destekê didin hukumeta federal, dixwazin destûra Iraqê bicîh were, qaîdeyên ortaxiyê, lihevkirin û mêzên di navbera her dû terefan de divê hebe, bi armanca parastina dezgeyên dewletê û aramiyê, dê desteka xwe ji bo serokwezîrê Iraqê dewam bikin.