Komîteya firotina petrolê hat avakirin

Komîteya firotina petrolê hat avakirin

PeyamaKurd – Endamê Komîteya Petrolê û Samanên Siruştî di Parlamena Iraqê de Emced Îqabî ji medya dewletê ya Iraqê re ragihand, li ser firotina petrola Iraq û Kurdistanê komîteyek hatiye avakirin ku dê dahata rojane 250 hezar bermîlên petrola Kurdistanê bo Kompaniya Petrolê ya Dewleta Iraqê SOMOyê bê dayîn.

Îqabî ragihandiye ku dê hemû dahata berê petrola ku herêma Kurdistanê firotiye bazarên derve jî bo SOMOyê bê radestkirin û gotiye, ji niha û şûnde jî dahata rojane firotina 250 hezar bermîl petrola herêma Kurdistanê jî bo kompaniya Iraqê bê teslîmkirin.

Li gorî rayedarên Iraqê ji bo ku hikûmeta navendî ya Bexdayê mûçeyên fermanberên herêma Kurdistanê bide, pêwîste hikûmeta Kurdistanê jî dahata petrolê radestî Iraqê bike.

Di rêkeftina 2014an a navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye gotin ku divê dahata rojane 250 hezar bermîlên petrola Kurdistanê ku bo derve tê hinardekirin, radestî Iraqê bê kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin