PeyamaKurd- Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku rêya navdewletî di bin kontrola hêzên wan de ye.
Piştî ku hatibû belavkirin ku komênn çekdar ên ser bi Tirkiyê ve rêya navdewletî li Rojavayê Kurdistanê kontrol kirine, HSDê jî bi daxuyaniyekê aşkere kir ku wan êrişek bi ser wan çekdaran de birine û rê kontrol kirine.
HSDê ragihand ku komeke çekdarên ser bi Tirkiyê ve çûne ser rêya navdewletî û êrişî xelkê kirine û hejmareke xelkê sivîl kuştin.
HSD diyar dike ku hêzên wan yekser ber bi wê deverê ve ketine nav tevgerê, ew grûpa çekdar ji rê dûr xistine û kontrola rê girtine destê xwe.
Herwiha di daxuyaniya HSDê te tê gotin, Tirkiyê bo caran duyem zîndana Cirkîn li Qamişlo kiriye armanc ku di wê zîndanê de çekdarên DAIŞê tên girtin.
HSD dibêje armancagirtina zîndanan, ‘di çarçova hewldanên dagirkirinê yên Tirkiyê bo pêkanîna valakirina zîndanan û bi mebesta alîkariya çekdarên DAIŞê bo ku ji wan zîndanan derkevin’ pêk tên.
Êrişên artêşa Tirkiyê û komên çekdar li ser Rojavayê Kurdistanê derbasî roja çarem bûn û bajar, nahiye û gundên dikevin ser sînor bi berdewamî rastî topbaran û bombebarana artêşa Tirkiyê tên.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin