Fermandeyê HSDê: Eger Pêsmergeyan êrisî HPGê kir em bêdeng namînin

Fermandeyê HSDê: Eger Pêsmergeyan êrisî HPGê kir em bêdeng namînin

PeyamaKurd – Yek ji fermandeyên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mehmûd Berxwedan, li ser aloziyên di navbera Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û gerîlayên PKKê de axivî û diyar kir, eger pevçûn derbikeve, dê li hemberî Pêşmergeyan helwesta xwe nîşan bidin û piştevaniya PKKê bikin.

Fermande Mehmûd Berxwedan têkildarî rewşa li Rojavayê Kurdistanê û aloziyên di navbera Hêzên Pêşmerge û PKKê de ji ajanseke nêzîkî HSDê re axivî û destnîşan kir: “Hin herêmên di bin kontrola Pêşmegeyan de û hin jî di bin kontrola HPGê de ne. Em naxwazin rageşî yan jî şer di navbera Pêşmerge û HPGê de çêbibe. Eger çêbû jî wê karesat be.”

Mehmûd Berxwedan di berdewamiya axavtina xwe de gefê li Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dixwe û dibêje: “Eger Pêşmergeyan êrişî HPGê kir em bêdeng namînin û me helwesta xwe beriya niha jî nîşan dabû.”

Ew fermandeyê HSDê herwiha daxwaz dike ku li nav axa Herêma Kurdistanê, Hêzên Pêşmerge xwe nêzîkî deverên ku gerîlayên PKKê hene nebin.

Bi gotina Bexwedan “HSDê ji dema damezrandina xwe di 2015an de roleke mezin li ser Sûriyê ji bo demokrasiya giştî û parastina herêmê lîst, rojekê jî ji bo parçekirina Sûriyê nefikirî ye."

Berxwedan eşkere kir, hêzên wan ji dema damezrandinê û heta niha ve hewl da tevahî pêkhate mafên xwe yên rewa bistînin, bibin xwedî biryar, rola xwe eşkere bikin û diyar kir: “Tevahî pêkhateyên li herêmê ji Ereb, Kurd, Suryan, Asûr, Keldan û Tirkmen bi hev re dijîn, nêrîn û pêşniyarên xwe bi azad par ve dikin û li ser vê xakê bi hev re dijîn. Tevahî bi hev re wekhev dijîn. Ev yek jî bi rêya têkoşîn û şerê ku HSDê pêk aniye û herêmên rizgar kirine pêk hat."

Fermandeyê HSDê herwiha tekez kir ku HSD ji bo demokrasiya Sûriyê tê dikoşe û wiha pê de çû: “Rizgarkirina Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê ji armancên wan ên sereke ne, ev yek jî di civîna salane ya meclisên HSDê de hat misogerkirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin