PeyamaKurd – Nasnameya kesên ku êrîşî avahiya parêzgeriya Hewlêrê kirin hat eşkerekirin. Her sê jî Kurd û xelkê Hewlêrê ne û her sê kes jî xwandekarê qonaxa amadebûyî bûne.
Li gor agahiyên Dijeterorê parve kirî: “Li gorî lêkolînên destpêkê, ew sê çekdarên ku îro danê sibê êrişî avahiya parêzgeriya Hewlêrê kirin û di rûbirûbûna hêzên ewlekariyê de hatin kuştin, hevwelatiyên Herêma Kurdistanê ne û nîştecihê taxa Qelata Nû ya bajarê Hewlêrê ne.”
Herwiha li gorî zanyariyên destpêkê, nasnameya her sê êrişkaran bi vî awayî ye; Rehêl Mihemed Rostem Mûsa jidayikbûyê sala 2002, Bîlal Silêman Ebdulrehman Ehmed jidayikbûyê sala 2000, Ebdulrehman Rehîm Qadir Hisên jidayikbûyê sala 2002.
Rêveberê Asayişa Hewlêrê, Tariq Nûrî jî derbarê bûyera îro de ji medyayan re ragihand, ku nasnameya êrişkeran ser bi Hewlêrê ve ye û got: “Nasnameyan êrişkeran hat diyarkirin. Di demeke herî nêzîk de em dê hûrgiliyan parve bikin. Em dizanîn hersê ji kuderê ne, nasname û navên wan li cem me diyar in, em ê piştre ji raya giştî re eşkere bikin. Ew sê kes bûn û di saeta 07:12an de êriş birin ser avahiya parêzgariyê, piştî operasyona hêzên ewlehiyê, hersê hatin kuştin û rewş hat kontrolkirin.”
Hêj Asayişa Hewlêrê derbarê nav û nasnameya êrişkaran de ti daxuyaniyeke nivîskî û fermî nedaye û zanyariyên heyî yên derbarê êrişkaran de red an jî piştrast nekiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin