Iraq: Hejmara xwepêsanderên ku hatine kustin ji 320an zêdetir e

Iraq: Hejmara xwepêsanderên ku hatine kustin ji 320an zêdetir e

PeyamaKurd - Hejmara kesên di protestoyên li Îraqê de hatine kuştin ji 320 zêdetir e.

Rayedarên ewlekarî û saxlemîyê didin zanîn ku di 24 saetên dawiyê de 3 xwepêşandaner hatine kuştin û 40 xwepêşanderên din jî hatine birîndarkirin.

Rêxistina Efuya Navnetewî (Amnesty) dide zanîn ku polîs gazên îsotê rasrerast diavêje ser xwepêşandaneran.

Rayedarên Îraqî dîyar dikin ku ew kapsulên gazan yên ku xwepêşandaner kuştine ne yên hikûmeta wan in.

Protesto ji 1ê Cotmehê û vir ve li Bexdayê û çendîn bajarên din berdewam dikin. Xwepêşandaner didin zanîn ku ew li dijî gendelî, sextekarî û xizmetguzariyên xirab protestoyan li dar dixin û bang li hikûmetê dikin ku dest ji kar berdin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin