PeyamaKurd – Çavkaniyek ji Gencîne ya Herêma Kurdistanê ragihand ku pereyên pêwîste bo mûçeyan hene û heta roja duşemê wê mûçeyê hemû aliyan were dabeş kirin.
Çavkaniyek ji Gencîne ya Herêma Kurdistanê ragihand û tekez kir ku, pereyên pêwîst ji mûçeyan re hene û dabeş kirin berdewam e û nehatiye rawestandin.
Herwiha tekez kir ku, heta roja duşema bê mûçeyê piraniya aliyan têne dabeş kirin û da zanîn ku, li gor lîsteyên li bankan du rojên bê hemû mûçe têne dabeş kirin.
Ji aliyekî din li gor agahiyên hatine bidestxistin 317 milyar dînarê ji Bexdayê gihiştiye Herêma Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin