Hêzên Îranê kolberek kustin û yek jî birîndar kirin

Hêzên Îranê kolberek kustin û yek jî birîndar kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku doh 1ê Cotmehê li devera Kêleşînê ya bajarê Şinoyê, hêzên Îranê teqe li kolberên Kurd kirin û di encamê de kolberekî Kurd hat kuştin.

Herwiha heman rojê li parêzgeha Urmiyê û li ser sînorê bajarê Serdeştê jî kolberekî bi navê Kawe, ku xelkê bajarê Pîranşarê ye, ji aliyê hêzên Îranê ve hat birîndarkirin.

Li gor agahiyên çavkaniyên xwecihî yên Rojhilatê Kurdistanê, kolberê ku êvara şêşemê li Şinoyê hatiye kuştin, xelkê devera Mergever a bajarê Urmiyê û nîştecihê gundê Girkê ye ku navê wî Ezîz Reîsî kurê Menaf e.

Termê wî kolberî hê jî di destê hêzên ewlehiyê yên Îranê de ye û hêj radestî malbata wî nehatiye kirin.

Dîsa roja Duşemê jî li sînorê Merîwana Sineyê û li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, mînek bi kolberekî Kurd de teqiyabû û ew kolber ji lingê xwe yê çepê bi giranî birîndar bûbû ku navê wî kolberî Adil Yeiqûbî ye û xelkê gundê Bêsaran ê nîştecihê bajarê Merîwanê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin