PeyamaKurd- Hêzên asayîşê yên peravên Lîbyayê ragihandin ku li bajarê Karaboliyê yê li rojhilatê Trablûsa Lîbyayê, 165 koçberan rizgarkirin.
Asayîşa peravên Lîbyayê bi nivîskî ragihand ku di dema tîmên wan dewriye digeriyan, dîtine ku boteka pufdayî motora wê xerab bûye û di botê de 34 jin, 12 zarok bi temamî 165 koçber hene û hatine rizgarkirin.
Di dema rizgarkirina koçberan de, bebekeka mirî jî dîtine û koçber di ser 60 sietan de, li ser behrê, bê nan û av mane. Ji bilî 4 koçberan, yên din ji welatên Afrîkane bo alîkariya mirovî û tenduristiyê wan birine baregeha deryayê ya Tarblûsê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin