Li Dirbêsiyê bombe bi zarokan de teqîya: 2 zarok birîndar bûn

Li Dirbêsiyê bombe bi zarokan de teqîya: 2 zarok birîndar bûn

PeyamaKurd - Li navçeya Dirbêsiyê ya ya Rojavayê Kurdistanê, dema zarokan li ber otomobîla bavê xwe dileyîst bombeyeke destan bi wan de teqiya û du zarokên xwişkên hev bi giranî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên herêmê, bûyer îro 11ê Kanûnê li saet 16:00 li nêzîkî çerxerêya Serêkaniyê ya navenda navçeya Dirbêsiyê pêk hatiye û dema herdu zarokên xwişkên hev li ber deriyê mala xwe û li ber otomobîla bavê xwe dileyîstin bombeyeke destan bi wan de teqiyaye û herdu zarok bo nexweşxaneya Qamişlo hatine veguhestin.

Hat zanîn navê wan zarokan Zîlan Xesan a 6 salî û xwişka wê ya 2 salî Leylan e ku rewşa tenduristiya Zîlanê di xeteriyê de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin