Li Yemenê Hûsiyan 13 mirovan revand

Li Yemenê Hûsiyan 13 mirovan revand

PeyamaKurd- Li Yemenê mîlîsên Hûsiyan li bajarê El-Beydayê, li navçeya El-Qureyşiyyeyê li gundê Şiryafê 13 mirovan revandin û birin ciyekî nediyar. Kesên hatine revandin kî ne û bo çi hatin revandin nayê zanîn. Li gor agahiya ajansa SANA yê; Hûsî di demên dawiyê de dibin sedema mirin û birîndarbûna jin û zarokên gundên deverê.

Ji êlûna sala 2014 an heya niha Hûsî li hemberê hukumeta heyî ya Yemenê şer dikin û hinek herêmên Yemenê di bin destên wan de ne. Erebistan a Si’ûdiyê li hemberê Hûsiyan hukumeta Yemenê destek dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin