PDK-Sê helwesta xwe bo rêkeftina MSDê û partiya Qedrî Cemîl eskere kir

PDK-Sê helwesta xwe bo rêkeftina MSDê û partiya Qedrî Cemîl eskere kir

PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) helwesta xwe ya bo rêkeftina Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) û Partiya Vîna Gel a Qedrî Cemîl seroktiya wê dike eşkere kir.

PDK-Sê ragihand ku ew rêkeftin di çarçoveya hewla Rûsya ya vegerandina hemû herêmên Kurd a bin kontrola rêjîma Sûriyê de yê.

Polîtburoya PDK-Sê raporta xwe ya siyasî ya mehane belav kir û tê de li ser rêkeftina 31ê Tebaxê ya MSD û Partiya Vîna Gel bi serperiştiya Wezareta Derve ya Rûsyayê, li Moskowê pêk hatibû ragihand, “Rûsya hewl dide hemû herêm û nevçeyên Sûriyê vegerîne bin kontrola rêjîma Sûriyê. Rêkeftina dawiyê ya di navbera MSD û Partiya Vîna Gel a bi serokatiya Qedrî Cemîl de di wê çarçoveyê de ye.”

Polîtburoya PDK-Sê diyar kir, armanca Rûsya ji wê rêkeftina MSD û Partiya Vîna Gel ew e, MSD beşdariyê di danûstandinên Sûrî û komîteya destûra Sûriyê de bike.

Di derbarê danûstandinên Kurdî – Kurdî yên di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Sûrî de, Polîtburoya PDK-Sê da xuyakirin, danûstandinên di navbera ENKS û PYNKê de berdewam in û di vê qonaxê de pirsa Lêvegera Kurdî tê gengeşekirin.

PDK-Sê da zanîn, gengeşekirina pirsa Girêbesta Civakî hatiye paşxistin û di qonaxên bê de jî wê pirsa Rêveberiyê û hin pirsên din bêne guftûgokirin.

PDK-S destnîşan kir, ev danûstandinên bi serperiştiya dewleteke wek Amerîka birêve diçin, gelekî girîng in, ji bo yekrêzî û yekhelwestiya aliyên Kurdî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin