Partiya Gelecek hat girtin û Ahmet Davutoğlu dest ji siyasetê berda

Partiya Gelecek hat girtin û Ahmet Davutoğlu dest ji siyasetê berda

PeyamaKurd – Partiya Gelecekê di sala 2019an de hatibû ava kirin û bi fermî ragihand ku partiyê girtine an ku fesh kirine. Serokê partiyê Ahmet Davutoğlu jî dest ji siyasetê berda û di axaftina xwe de got:

“Di encama şêwra bi hevalên Partiya Gelecekê de ku heya îro me bi hevre siyasetê kiriye, ji bo nebin perçeyekî siyaseta gemar, me biryarê da ku em dawiyê li xebatên partiyê bînin.

Ji bo Tirkiya siberojê, mirovahî di pêvajoya şikestina medeniyetekî bi esil de derbas dibe. Sîstema ramanan ya ku vate dide hebûna mirovan, bîra çêkirî û vegera teknolojiyê, pêwendiya di navbera mirov û zanistê de, mirov dixin şeklekî nû. Erdhejên jeopolitik yên li pey hev, şer û komkujî, bêedaletiyên aborî û şiklên desthilata mêtingeriya nûh, nîzama ku di piştî şerê cîhanê yê duyem de hatin ava kirin, sitûnên wê ji ciyên xwe dileqin. Ev ser û bin bûn, ne tenê sîstema navdewletî lê sîstemên herêmî, dezgeyên hetewî û tora civakî ji kûr de dihejîne.

Tirkiye li ser vê rêya ku tê de digihên hev e. Welatê me li ser xeta erdhejêye, di heman wextê de bi talûkeyan re rû bi rû ye û bi derfetên karibe xwe ji wan rizgar bike re rû bi rû ye. Şertên ku em karibin ji hevre meydanê bixwînin kêm bikin û karibin wan bigerînin ji bo hêzekî mayîn de aşkera ne.”

-Sîstemekî adilane ya ji bo herkesî, şerefa mirov divê esas be û sîstema hûqûqê ya demokratîk hebe.

-Azadiya ramanan, pêkhateyan, di zanista welatiyê de bike yek, exlaqê civakî û têgihîştina exlaqê siyasî, reqabeta hilberînê ya aboriyê û sîstema edaletê ya ji bo refaha xelkê.

-Dezgeyên dewletê yên li ser esasê liyaqatê û ehliyetê, nîzama siyasî ya ku erka xwe ji îrada milletê distîne.

-Ji bo karibin tehlîla zivirandinên dinyayê bikin, eqlekî stratejik pêwiste.

- Pêdiviya Tirkiyê bi şoreşa siyasetê heye. Şoreşa exlaq, zihniyet, dezge û siyasetê.

-Gendelî, ruşwet û terefgirtin qiymetên me yên exlaqî xerab dikin. Çandinî û sanayî û di temamê aboriya hilberînê de, pirsgirêk kûr bûne, rant û cudakarî, transferên sosyo-ekonomîk mezin dibin.

-Siyaset gemarî dibe û baweriya xelkê bi siyasetê namîne.

-Bi sîstema serokkomariyê re 3 hêz qels bûne, kontrol nemaye û hinek otorite xwe xwurt kirine û dibe ku bibin mayînde.

-Pirsgirêk ji şexsa bêhtir ya sîstemê ye. Pêdiviya Tirkiyê bi edaletê heye.

Xalên ku Davutoülu di axaftina xwe de kir gelek dirêj bûn û heya me karibû kurt da. Bi girtina Partiya Gelecekê, partiyekî ji meydana siyaseta Tirkiyê weha kêm bû.