PeyamaKurd- Hêzên Sûriya Demokratîk ku rewtê wan PYD-YPG ye, bi hêzên Amerîka re li Binxetê dest bi dewriya kirin. Ragihandin ji aliyê berdevkê Pentagonê albay Rob Manning de hat kirin. Manning weha got:
“Bo van dewriyeyên taybet teqwîm an dewamî tine ye. Wê ev dewriyeyên han bo me, bo HSDê û Tirkiyê, bo herêmê bixin bin ewlehiyê wê derfetan bidin me.”
Ji berdevkên Pentagonê Sean Robertson jî got ku Amerîka li dora Munbicê bi PKK-YPGê re dewriyan nake.
Ajansa Fransayê AFP jî ragihandibû ku Amerîka li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê, li Dirbêsiyê dewriye digere.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin