PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma îro 9ê Nîsanê bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmara tûşbûyên Covid-19 li Herêma Kurdistanê gihîştiye 311 kesan û 135 kes jî baş bûne.
Wezaretê ragihand, di dema 24 demjimêrên borî de, (1,295) pişkinîn hatine encamdan ku li Hewlêrê (1.047), li Silêmanîyê (148) û jî li Duhokê (100) kes in.
Herwiha hat diyarkirin ku li Parêzgeha Hewlêrê jineke temenê wê 38 salî bi vîrusa korona ketiye ku rûniştvana gunbdê Kanî Genî ye û berketîya şînîyên taxa Karêzan a li bajarê Hewlêrê bûye.
Li Parêzgeha Helebce jî xortekî temen 20 salî testa wî pozîtîf derketiye ku ew jî berketîyê tûşbûyên berê ye.
Ragihandina Wezareta Tenduristîyê wiha ye:
Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:
Karantîne:
Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (6,819) hevwelatî bûn di 34 cihên cuda de. Niha tenê (1,533) hevwelatî di kerentînan de man e, (754) li Hewlêrê, (46) li Silêmanîyê, (646) li Duhokê, (48) li Helebce, (9) li Germîyan, (22) li Raperîn û (8) jî li Koye. (5,286) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din di 24 demjimêrên burî de hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (56) Hevwelatî ne.
Pişkinîn:
Di dema 24 demjimêrên burî de, (1,295) pişkinîn hatin encamadan. (1.047) li Hewlêrê, (148) li Silêmanîyê û (100) jî li Duhokê.
Di encam de, (2) tûşbûyên nû hatin tomarkirin, bi vî awayî:
Amara giştî:
Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (311) kes in, di nav wan de, (3) haletên mirinê hene û (135) nexweş jî çêvebûne û yên din hemû li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.
Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.
Wezareta Tenduristîyê
Hikumeta Herêma Kurdistanê
9ê/Nîsan a/2020
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin