PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzeke operasyona asayîşa Silêmaniyê li deriyê sînor ê Başmax û Perwezxan û gelek xalên din ên gumrikê têne bicihkirin.
Berdevkê deriyê sînor ê navnetewî yê Başmaxê Îsmaîl Elî ji BasNewsê re ragihandiye ku ew hêz bi biryara cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Qubad Talabanî ve diçe deriyên sînor û bi armanca rêgirtina li karê bazirganî ya derveyî yasayan bicih dibe û ew baş dibînin ku xal bi xal biryaran bicih bînin.
Îsmaîl Elî got, heger bazineya gumrikên li seriyên sînor bên bicih kirin, bêguman ew pêngav dê bandoreke baş bike di tekoşîna hember karên qaçaxçîtî, çaksazî û nehiştina bazirganiya derveyî yasayê de.
Berdevkê deriyê sînorê navnetewî yê Başmaxê diyar kir, qaçaxçîtî û karên neyasayî li deriyên sînor kêm bûye û dê kêmtir jî bibe û got, “Bêguman derxistina wan biryaran karên qaçaxçîtiyê dê kêm bike û xilas jî bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin