VÎDEO | 2 welatiyên Afgan ên ji bo birevin xwe bi balafirê daliqandin bi ser xaniyan de ketin

VÎDEO | 2 welatiyên Afgan ên ji bo birevin xwe bi balafirê daliqandin bi ser xaniyan de ketin

PeyamaKurd – Li Kabul a paytexta Afganistanê ku piştî serweriya Talîbanê li seranserê welat reva welatiyan dest pê kiriye, 2 welatiyên nekarîn di balafirê de cih bibînin xwe bi perikên balafirê ve daliqandin,

Piştî rabûna balafirê jî her du kes ji asman ve bi ser xaniyên derdorê de ketin û mirin.

Hejmarek zêde ya welatiyên Afgan piştî ku doh 15ê Tebaxê Talîbanê Kabul kontrol kir, bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Kabulê dest bi revê kirine û li nav balafirxaneyê jî geremol û alozî çêbûye ku gelek kes mirine.

Herwiha li gorî dîmenên medya cîhanî 2 Afganên xwe bi balafira rêwiyan ve daliqandibûn dema rabûna balafirê bi ser xaniyên derdorê de ketine û bi awayekî xedar can dane.

Li aliyê din Talîbanê jî li pêş balafirxaneyê ragihandiye ku ew dê êdî destûrê nedin firînan.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin