PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro li demjimêr 14:30ê piştî nîvro hejmarek moşek li navenda bajarê Efrînê ketin.
Li gorî ragihandina çavkaniyê xwecihî, moşek li nava taxa sivîlan û benzînexaneyekê ketine û agir bi benzînxaneyê ketiye.
Li gor zanyariyên destpêkê, di encama ketina moşekan de, 3 kes hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûne ku hejmara wan nehatiye zanîn.
Hat diyarkirin ku moşek ji herêmên bakurê Helebê hatine avêtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin