PeyamaKurd – Fermandarê seha bakûr ya Amerîkayê (NORTHCOM) general VanHerck, ragihand ku fuzeyên seyrê yên Rûsya bipêşxistiye, bo ewlehiya Amerîkayê tehdîdin. General bo Navenda Xebatên Navdewletî yên Stratejîk (Center for Strategic & International Studies) bi rêya vîdeo konferansê tevlî bernamê bû. General Glen VanHerck ku fermandarê hêzên seha bakûr yê Amerîkayê ye û hem fermandarê seha hewayî yê bakûre (NORAD) weha got:
“Rûsya bo welatê me tehdîda leşkerî ya yekeme. Ew wan sîlihên ku 20 sal berê tinebûn çêdikin û bipêşdixin. Îstîxbaratên hevkarên me dibêjin ku di destê Rûsya de fuzeyên ku di serê wan de radarên biçûk hene û di destê wan de keştiyên noqavê hene ku ji yên Amerîkayê kêmtir nînin. Hem Rûsya veberhênana alavên sîberî û potansiyela fezayî dike û van veberhênanan tehdîda li ser me xwurttir dike.”
Li gor fikra orgeneral Glen VanHerck; armanca Rûsyayê rawestandina Amerîkaye û perçixandina îrada Amerîkaye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin