Biden: Gefên DAIS û komên tundajo yên li Sûriyê ji yên li Afganistanê zêdetir in

Biden: Gefên DAIS û komên tundajo yên li Sûriyê ji yên li Afganistanê zêdetir in

PeyamaKurd Serokê Amerîkayê Joe Biden, di derbarê vekişandina xwe ya ji Afganistanê de axivî û diyar kir, gefên DAIŞ û komên tundajo yên li Sûriyê, zêdetir in ji wan gefên El Qaîde û komên din ku li Afganistanê ne.

Joe Biden roja Pêncşemê di hevpeyvînekê de li gel kanala ABC a Amerîkî qala siyaseta îdareya xwe ji bo vekişîna ji Afganistanê kir û da zanîn, wî biryareke dirist daye ku mijara hebûna hêzên Amerîkayê li Afganistanê ji serokekî din re nahêle.

Biden destnîşan kir, gefên ku ji Sûriye û rojhilatê Afrîqayê ve çêdibin, gelek ji gefên ji Afganistanê ve mezintir in û da zanîn, li Sûriyê û rojhilatê Afrîqayê gefên DAIŞê berfireh dibin.

Bi gotina Biden, hejmara çekdarên DAIŞê li Sûriyê jî zêde bûne.

Serokê Amerîkayê got, êdî bi aqilane nebû ku hêzên Amerîkayê li Afganistanê bimînin. Biden tekez kir, pêwîst e bala Amerîkayê li ser wan cihan be ku gefa terorê li wan deran mezintir û zêdetir e.

Bi gotina Biden, karekî bi aqilane nedibû eger Amerîkayê bi trilliyon dolarên din li Afganistanê xerc kiriba û hejmareke zêde ji serbazên xwe li wî welatî bicih kiriba, li şûna ku bala xwe bixe ser gefên terorê li bakur û rojavayê Afrîqayê.

Ew gotinên Biden di demekê de ne, ku ew bi xwe û îdareya wî ji ber biryara vekişîna ji Afganistanê, rastî gelek rexneyên tund di qada navdewletî de û herwiha li navxweyê wî welatî jî hatine, ku Talibanê piştî demeke kurt karî bi destpêkirina şerekî berfireh, tevahiya Efxanistanê kontrol bike û dest dane ser rêveberiya welat.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin