PeyamaKurd - Qeymeqamê rewa yê Şingalê Mehma Xelîl li ser revandina du hemwelatiyên Kurd li Şingalê ji aliyê kesên nenas ve got, her du hemwelatiyên Şingalê di bin desthilata komeke nerewa de hatine revandin û ew kom li hember tawana revandin û bêserşûnkirina xelkê Şingalê berpirs in.
Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re gotiye: “Hemû guman li ser wê yekê ye ku grubên nerewa yên bi ser PKKê di bêserşûnkirina wan du hemwelatiyên Şingalê de destê wan heye. Me gelek caran daxwaz kiriye ku rêkeftina navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û Iraqê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê bila bê bicihanîn, daku xelkê Şingalê ji tawanên revandin û bêserşûnbûnê rizgar bibin û asayîş vegere wî sînorî.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, doh 21ê Tebaxê êvarê du hemwelatiyên xelkê Şingalê yên bi navên Bircis Xelîl û Cemîl Xidir li çiyayê Şingalê hatin revandin û heta niha derbarê çarenivîsa wan de ti zanyariyek nîne. Ew devera lê hatine revandin jî di bin kontrola grubên bi ser PKKê de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin