PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden bi rêya telefonê bi serokwezîrê Îngîltere bi Boris Johnson re li ser pêvajoya Afxanistanê axifîn.
Li gor ragihandina Koşka Sipî her dû lîder li ser pêvajoya tehliyê axifîn. Tehliya dîplomatên Amerîkayê, xebatkarên leşkerî û xebatkarên hevkarên wan yên Afxanî mijarekî axaftina wan bû.
Her weha her dû lîder li ser palana G7 an axifîn ku dê sibê civîna wê bêkirin. Behsa koordinasyona hevkaran her weha mijareka dinê ya axaftina wan bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin