Cezayîrê bi Fasê re têkiliyên xwe yên dîplomatîk birî

Cezayîrê bi Fasê re têkiliyên xwe yên dîplomatîk birî

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Cazayîrê Ramtane Lamamra îro civînekî çapemeniyê lidarxist û ragihand ku bi sedema tewrê Fasê yê dijminane biryara birîna têkiliyên dîplomatîk bi Fasê re daye.

Lamamra hevoka ‘dîrok îsbata tevgerên xerab û yên dijminane yên Fasê li hemberê Cezayîrê îsbat kiriye.’

Heya niha ji Fasê di mijarê de ti ragihandinekî nehatiye kirin.

Di navbera Fasê û Cezayîrê de ji sala 1994 an û vir de pirsgirêkên li ser Sahra Rojava hene. Sahra di navbera Fas Morîtanya de bûye 2 perçe. Rêxistina POLISARIO li hemberê Fasê têdikoşiya da bibe dewletekî serbixwe. Li ser mijara Sahrayê, Fasê gotibû ku Cezayîr destekê dide Sahrayê û ji hemwelatiyên Cezayîrê vîze xwestibû. Li ser vê bûyerê Cazayîrê sînorê xwe bo Fasê girtibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin