PeyamaKurd – Di civîna welatên G7 an ya îro de mijara herî girîng tehliya ji Afxanistanê bû. Mijara din jî dê Talîbanê, ne bi gotinên wê, lê bi kiryarên wê, weka rewabûna hukumeta nû, bê gelo li gor standardên navdewletî diçin an naçin, dê li gor van pîvanan binirxînin.
Almanya, Amerîka, Fransa, Îngîltere, Îtalya, Japonya û Kanada di nav xwe de civiyan lê sekreterên NATO û Neteweyên Yekgirtî jî tevlî civînê bûn. Di encamnameya civînê de hat ragihandin ku herkes li ser Afxanistanê bi endîşeye.
Di encamnameyê de hinek tişt hatin xwestin ku ew jî ev in:
-Parastina sîvîlan û xelkên biyanî
-Parastina mafên jin, keç û kêmneteweyên din an kesên ji olên din,
-Divê Afxanistan nebe hêlîna terorê û nebe navenda êrîşên ser welatên din,
-Di serî de hevkarên NATO yê, li ku dera dinyayê bin dê li hemberê terorê bi hevre têkoşînê bidin.
-Bo dahatûyê hukumeta nû ya bê avakirin, divê temamê berpirsiyariyên xwe yên navdewletî bicîhbînin, xwe ji terorê biparêzin, mafên temamê jin, zarok, etnîsîte û olên kêmjimar, temamê mafên wan bixin garantiyê.
-Divê Talîban rê bide alîkariya mirovî, li hemberê bazirganiya mirovan û maddeyên hişberiyê têbikoşin.
-Ji bo tehliya xelkên biyanî û hevkarên dewletên ku heya niha li Afxanistane alîkariyê kirine, astengiyan dernexin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin