Hîn termên Hezar û 520 enfalbûyên Badînanê nehatine dîtin

Hîn termên Hezar û 520 enfalbûyên Badînanê nehatine dîtin

PeyamaKurd - Berpirsê rêxistina 88 a pirsa nasandina enfalê li Duhokê Xelîl Osaman îro di 33yemîn salvegera enfala Badînanê de eşkere kir, hîn termê hezar û 520 kesên enfalbûyî yên Badînanê li parêzgehên Iraqê nehatine dîtin.

Rêveberiya rêxistina 88 ya ji bo pirsa nasandina enfalê li Duhokê Xelîl Osman ji Basnewsê re daye xuyakirin: “Rejîma dîktator a hilweşyayî ya Beis, di berdewama tawana enfalê de 185 gundên Duhokê wêran kirin û 13 hemwelatî her wê demê ji ber îşkenceya li Kelha Nizarkê hatin şehîd kirin û hezar û 520 kes jî ji bo parêzgehên xwarê yên Iraqê hatin veguhestin û heta niha jî termên wan nehatine dîtin. Gelek caran hewl hatiye dayîn ji bo dîtin û veguhestina wan terman, lê aliyên pêwendîdar ên Bexdayê wek pêwîst alîkar nebûne.”

Osman got, “Ji ber wê jî îro 25.08.2021ê li Duhokê 33 mum ji bo bîranîna wan enfalbûyên Badînanê wê bên pêxistin.”

Rêvebera giştî ya şehîdan û enfalbûyên parêzgeha Duhokê Jiyan Mistefa jî eşkere kir: “Piraniya xelkê me di proseya enfalê de bûn qurbanî, ku tenê li sînorê Duhokê zêdetir ji hezar û 500 kes wek enfalbûyî hatin tomar kirin ku çarenivîsa wan nediyar e û termên wan nehatine dîtin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin